Di dawiya Gulanê de li çiyayê Sîpanê Xelatê berf barî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ber bi havînê ve li çiyayê Sîpanê Xelatê yê Bakurê Kurdistanê berf barî.

Çiyayê Sîpanê Xelatê, li tenişt gola Wanê bi bilindahiya 4 hezar û 58 metiro ye, di nava bilindtirîn çiyayên Kurdistanê de tê hejmartin.

Duhî 19’ê Gulanê, deverên bilind yên Çiyayê Sîpanê bi berfê spî bûn. Gundiyên deverê didin xuyakirin, kêmcaran di van demên salê de, berf dibare.