Iraq, Sûriye û Libnanê wek hevsozî bi Îranê re şîna giştî ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê ji ber ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê, sibe Sêşemê wek şîna giştî ragihand.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim El-Ewadî îro 20ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Wek hevxemî û hevsozî bi gel û hikûmeta Îranê re, sibe Sêşemê 21-05-2024an li seranserê welat şîna giştî ye.”

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ji ber canjidestdana Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re, bi peyamekê hevxemiya xwe nîşan da û 3 roj wek şîna giştî ragihand.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û şanda pê re duh êvarê li parêzgeha Azerbeycana Rojhilat ji ber rewşa keşûhewayê ket xwarê û her yek ji Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan, Îmamê Îniyê yê Tewrîzê Mihemed Ayetûlla Elî Haşim, Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî û tîma helîkopterê canê xwe jidest dan.

Li ser bê bûyerê Îranê 5 roj wek şîna giştî hat ragihandin, herwiha li Libnanê jî 3 roj wek şîna giştî hat ragihandin.