Li navçeya Sîvrîceyê ya Xarpêtê erdhejek çê bû

Erdhej
Erdhej

Diyarbekir (K24) - Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Saziya Afat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) ve hat dayîn, li navçeya Sîvrîceyê ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê erdhejek çê bûye.

Di daxuyaniya AFADê de hat diyarkirin ku îro (20.05.2024) saet di 12:28an de li navçeya Xarpêtê ya Sîvrîceyê erdhejeke bi pileya 4.0an çê bûye û kûrahiya wê jî 4.55 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.

Heta niha di derheqa zirarên malî û canî de çi agahî nehatine ragihandin.

Pêştir li roja 03.05.2024ê jî li herêma navçeya Sîvrîceyê ya ser bi Xarpêtê ve bi hêza 4.0 erd hejiya û kûrahiya wê heta 6.4 kîlometreyan çû û li Xarpêtê û bajarên nêzîk bû sedema metirsiyê.

Li gor Enstîtûya Lêkolînên Li Ser Erdhejê ya Kandîlliyê, li herêma navçeya Sîvrîceyê ya ser bi Xarpêtê ve saet 23.57ê bi hêza 4.0 erd hejiya û kûrahiya wê heta 6.4 kîlometreyan çû.

Hêjayê gotinê ye ku ew erdhej li Xarpêtê û bajarên nezîk bû sedema metirsiyê.