Konsulê Îranê: Biryar bû heftiya bê Reîsî serdana Bexda û Hewlêrê kiriba

Nesrûlah Reşnûdî
Nesrûlah Reşnûdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Îranê li Hewlêrê dibêje, “Biryar bû heftiya bê Reîsî serdana Îraq û Herêma Kurdistanê kiriba. Em mijûlî rêkxistina bernameya serdana wî bûn lê mixabin ew rûdan hat pêş”.

Konsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Nesrûlah Reşnûdî ji K24ê re ragehand, “Her piştî wê rûdanê, berpirsên Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe ragehand. Biryar jî bû ku Serokkomarê Îranê li ser vexwandina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Herêma Kurdistanê kiriba”.

Reşnûdî amaje jî da, “Piştî ku şeva borî nûçeya rûdana keftina wê helîkopterê belav bû, her bi lez berpirsên Herêma Kurdistanê bi rêya peyam û peywendiyan daxwaza saxlemiyeke baş ji Serokkomarê Îranê û hevalên wî re kir”. Amaje jî da, “Piştî ku mirina Serokkomarê Îranê û hevalên wî bi awayekî fermî hat ragehandin, her zû peyamên serexweşî û hevxemiyê yên berpirsên Herêma Kurdistanê û berpirsên alî û partiyan belav bûn”.

Li dû gotina Reşnûdî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya ji bo Tehranê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî vexwandibû ku serdana Herêma Kurdistanê kiriba û biryar bû ku heftiya bê serdana Îraq û Herêma Kurdistanê kiriba. Em jî mijûlî rêkxistina bernameya serdana wî bûn lê mixabin ew rûdan hat pêş”.

Li dû gotina Konsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, “Komara Îslamî ya Îranê pêkhateke siyasî ya pênasekirî û rêkxistî heye û bi kesatiyan ve girêdayî nîne lê bandora kesatiyan jî û xasma kesatiyên wekî Serokkomar û Wezîrê Derve ku nerîneke taybet li ser cîranan hebû nabe li ber çav neyê wergirtin”.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî duhî (Yekşem, 19.05.2024) ji ber xirabiya keş û hewayê li sinorê parêzgeha Tewrêzê keft. Piştî 18 seetên lêgeriyanê, ew helîkopter hat dîtin ku pûç bûbû. Medyaya fermî ya Îranê jî ragehand, “Tevaya swarên wê helîkopterê ku neh kes bûn mirine”.