Dîndar Zêbarî û Seroka Tîma UNITADê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Tîma UNITADê civiyan û behsa erk û çalakiyên UNITADê û dawî pêngavên bicihanîna biryara Encûmena Ewlehiyê ya hejmar 2697 kir.
Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Duşem, 20.05.2024) pêşwaziya Şêwirmenda Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Seroka Tîma Neteweyên Yekgirtî ji bo Lidûçûna Tawanên DAIŞê UNITADê bi wekalet Ana Peyro LIopis kir ku ev cara yekê ye piştî wergirtina erkê xwe serdana Herêma Kurdistanê dike.
Li dû ragehandineke Nivîsîngeha Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî, Dîndar Zêbarî di wê civînê de ragehandiye, “Li destpêka pêkanîna tîma UNITADê bi biryara Encûmena Ewlehiyê ya hejmar 2697 li sala 2017ê bi merema alîkarîkirina Îraqê di vekolan û belgenamekirina tawanên teroristên DAIŞê de, Herêma Kurdistanê piştevaniya erkê wê kiriye ji bo merema dadgehkirina teroristên DAIŞê û qerebûkirina qurbaniyan û kesûkarên wan”.
Dîndar Zêbarî tekez jî kir, “Di dema borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengî bi UNITADê re hebû, xasma di pirojeya erşîfkirina belgenameyan de”. Herwesa got, “Merem ji vê pirojeyê bikaranîna wan belgenameyan li dijî teroristên DAIŞê ye, bi tometa kirina tawanên navdewletî ku tawanên şerî, tawanên dijî mirovahiyê û jenosîd in”.
Ana Peyro LIopis jî ji aliyê xwe ve got, “Ez bi hevahengî û piştevaniya berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nivîsîngehên UNITADê li Hewlêr û Dihokê ji bo bicihanîna erkên xwe bi awayekî serkeftî dilxweş im, xasma di pirojeya erşîfkirin û belgenamekirina tawanên DAIŞê de ku gelek pêngav birîne, ku UNITAD dê di dema bê de li ser hevahengîkirina bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewam be, xasma rahênanên di pirojeya belgenamekirina belgeyan û bilindkirina şiyanên rahênanên dezgehên fermî ji bo parastina şahidan de”.
Şêwirmenda Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî amaje jî da, UNITADê di çarçoveya bicihanîna erkên xwe li Îraqê de itîraf bi wan tawanan kiriye, ji bo ku ji xana tawanên navdewletî bên hejmartin û karî gelek belgeyan kom bike ji bo ku li paşerojê bi hebûna çarçoveyeke qanûnî feyde jê bê wergirtin, ji bo nasandina wan wekî tawanên navdewletî ku ev jî ji bo dadperweriyê destkeftiyekî giring e”.