Amerîka hevxemiya xwe ji bo mirina Îbrahîm Reîsî û şanda wî diyar kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê
Wezareta Derve ya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê parve kiriye, “Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê hevxemiya xwe ji bo mirina Serokkomarê Îranê û Wezîrê Derve yê Îranê û şanda pê re diyar kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro (Duşem, 20.05.2024) beyannameyek belav kir û tê de ragehand, “Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê hevxemiya xwe ji bo mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan û endamên din ên şanda pê re di rûdaneke helîkopterê de li bakurê rojavayê Îranê diyar kir.”

Herwesa got, “Di demekê de ku Îran serokekî nû hildibêje, em piştevaniya xwe ji bo xelkê Îranê û xebata wan ji bo mafên mirovan û azadiyên bingehîn tekez dikin”.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî duhî (Yekşem, 19.05.2024) ji ber xirabiya keş û hewayê li sinorê parêzgeha Tewrêzê keft. Piştî 18 seetên lêgeriyanê, ew helîkopter hat dîtin ku pûç bûbû.

Medyaya fermî ya Îranê di wî warî de ragehand, “Tevaya swarên wê helîkopterê ku neh kes bûn mirine”.

Swarên wê helîkopterê jî ev bûn; Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî, Nûnerê Ayetûlah Xamineyî Îmam Cume û çend berpirsên din.