Barzan.. Dîdara Şanederê bi amadebûna Mela Mistefayê Barzanî hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Dîdara Şanederê bi amadebûna Mela Mistefayê Barzanî li devera Barzanê hat kirin.

Li dû ragehandina Nivîsîngeha Mela Mistefayê Barzanî, Îro (Duşem, 20.05.2024) li Şkefta Şanederê li Devera Barzanê, Mela Mistefayê Barzanî tevlî Dîdara Şanederê bû, ku ji aliyê Îdareya Serbixwe ya Soranê û Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû rêkxistin.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Rewşenbîrî Heme Seîd Hesen, Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî, Ferîq Sîhad Barzanî û hejmareke konsulên welatan û berirsên hikûmî û hizbî û serbazî û mêvanên biyanî û navxweyî tevlî wê dîdarê bûbûn.

Vekolerên warê şûnwarzaniyê, ku ji aliyê Profesor Graeme Barker ê Zanîngeha Kambirîcê (Cambridge) ve serperiştiya wan dihat kirin, di wê dîdarê de bal kêşa ser encamên nû yên Şkefta Şanederê û çawaniya dîtina hestiyên mirovên Niyandertal û wê jina dîroka wê vedigere berî 75 hezar salan  ku li Şkefta Şanederê jiyaye, ku wekî Şaneder Z hatiye binavkirin.