Şoxan Hesîb Şiwanî: Em çavdêriya karên Lijneya Lêkolînan li ser Şewata Qeyseriya Kerkûkê dikin

Şoxan Hesîb Kwêxa Hisên Şiwanî
Şoxan Hesîb Kwêxa Hisên Şiwanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li ser lîsta PDKyê radigehîne, “Em bi hûrî çavdêriya karên Lijneya Lêkolînan li ser Şewata Qeyseriya Kerkûkê dikin”.

Endama Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li ser lîsta PDKyê Şoxan Hesîb Kwêxa Hisên Şiwanî îro (Duşem, 20.05.2024) belav kiriye, “Me îro bi hevalên xwe yên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê re serdana Sûka Qeyseriya Kevin a Kerkûkê kir ku wekî Xan Qîrdar tê nasîn, ji bo ku ji nêz ve haydarî rûdana şewata wê sûkê bibin”.

Şoxan Hesîb Şiwanî herwesa got, “Me bi hev re biryar da ku bi hûrî çavdêriya karên Lijneya Lêkolînan li ser Şewata Qeyseriya Kerkûkê bikin, di eynî demê de daxwazekê ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bikin ku xwediyên dikanên zirardîtî bên qerebûkirin”.

Duhî (Yekşem, 19.05.2024) agirekî mezin berbû Qeyseriya Kevin a Kerkûkê û piştî zêdetirî du seetan Tîmên Bergiriya Şaristanî karî wî agirî kontirol bikin.

Di wê şewatê de, zêdetirî 100 dikan û embaran bi temamî şewitîn û zirar gehişt bi dehan dikanên din jî. Ew dikanên ku şewitîne yên firotina kincên jin û zarokan bûn.