Putin hevxemiya xwe ji bo Xamineyî diyar dike

Vladimir Putin
Vladimir Putin

Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Kremlinê beyannameyekê belav dike û tê de radigehîne ku Serokê Rûsyayê peywendiyeke tilefonî bi Cîgirê Serokê Îranê re kiriye û hevxemiya gelê Rûsyayê ji ber mirina Serokê Îranê û şanda pê re jê re diyar kiriye.

Koçka Kremlinê duhî (Duşem, 20.05.2024) di beyannameyekê de ragehand, “Serûkê Rûsyayê Vladimir Putin di peywendiyeke tilefonî de bi Cîgirê Serokê Îranê Mihemed Moxbir re hevxemiya xwe ji bo xelkê Îranê li ser mirina Serokê Îranê diyar kir”.

Koçka Kremlinê amaje jî da ku, Serokê Rûsyayê hevxemiya xwe ji bo Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî û Mihemed Moxbir û tevaya xelkê Îranê li ser mirina Îbrahîm Reîsî û hejmareke kesatiyên din ên dewletê di rûdana keftina balafira wan de diyar kir.

Putin tekez jî kir ku, Îbrahîm Reîsî wekî hevparekî rastîn dibîne û rêzê lê digire. Herwesa got, “Reîsî tevlîbûneke bêhempa di pêşxistina peywendiyên navbera Rûsya û Îranê de kiriye”.

Koçka Kremlinê amaje jî da, Mihemed Moxbir spasî û dilsoziya xwe ji bo Putin diyar kiriye, xasma piştevaniyên wî di vê dema dijwar de ku welatî wî tê re derbaz dibe.

Pêştir jî Putin nameyeke hevxemiyê ji ber mirina Reîsî ji Rêberê Bilind ê Îranê re bi rê kiribû.