Îro Dadgeha Federalî danûstandinan li ser skalayeke Mesrûr Barzanî dike

Wêneyekî têkelkirî yê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û avahiyê Dadgeha Federalî ya Îraqê / Wêne: Kurdistan24
Wêneyekî têkelkirî yê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û avahiyê Dadgeha Federalî ya Îraqê / Wêne: Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro Dadgeha Federalî danûstandinan li ser skalayeke Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku li dijî sîstema parvekirina kursiyên Perlemana Kurdistanê û nehêlana kursiyên kutayan hatiye tomarkirin.

Îro (Sêşem, 21.05.2024) rûniştina yekê ya Dadgeha Federalî ya Îraqê ji bo danûstandinên li ser skalayeke Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derheqa parvekirina kursiyên Perlemana Kurdistanê û nehêlana kursiyên kutayan tê birêvebirin.

Biryar bû ku ev rûniştin pêr (Yekşem, 19.05.2024) hatiba kirin lê Parêzer Eyad Kakeyî ku wekîlê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye ji K24ê re ragehand, “Du ji dadwerên Dadgeha Federalî di destûriyê de bûn, lewma ew rûniştin ji bo îro (Sêşem, 21.05.2024) hat paşxistin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Yekşemê, 06.05.2024, bi rêya wekîlê xwe Parêzer Eyad Kakeyî skalayek li dijî Serokê Encûmena Komisyarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li Dadgeha Federalî ya Îraqê tomar kir.

Skalaya Serokwezîr Mesrûr Barzanî peywendî bi du xalan ve heye; rêkarên parvekirina 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê û helweşandina 11 kursiyên pêkhatan li Perlemana Kurdistanê. Mesrûr Barzanî daxwaz kiriye ku Dadgeha Federalî wê parvekirinê “nedestûrî” bibîne.

Dadgeha Federalî ya Îraqê li roja 21.02.2024ê 11 kursiyên kutaya pêkhatan li Perlemana Kurdistanê hilweşandin û nedestûrî dan nasandin. Ew 11 kursî bi vî awayî li ser pêkahtan hatibûn parvekirin; pênc kursî ji bo Kiristiyanan, pênc kursî ji bo Tirkmenan û yek kursî jî ji bo Ermenan.