Ji 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê; pênc kursî ji bo pêkhatan tên terxankirin

Avahiyê Perlemana Kurdistanê
Avahiyê Perlemana Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê de, pênc kursî ji bo pêkhatan tên terxankirin, bi vî awayî; Li Hewlêrê du, li Silêmaniyê du û li Dihokê jî yek kursî.

Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan, ku girêdayî Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê ye, di bersiva hejmareke skalayan de ku ji aliyê pêkhatên Herêma Kurdistanê ve hatine pêşkêşkirin, biryar da ku di çarçoveya 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê de, pênc kursî ji bo pêkhatan bên terxankirin. Yanî 95 kursî dê giştî bin, pênc kursiyên din jî dê girêdayî pêkhatan bin.

Li dû tekista wê biryarê ku duhî (Duşem, 20.05.2024) derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:

1.    Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

2.    Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

3.    Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.

Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay Îro (Sêşem, 21.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Piştî biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan, careke din Encûmena Komisyaran bi merema rêkxistina parvekirina 95 kursiyên din ên Perlemana Kurdistanê li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê dicive, piştî ku pênc kursî di çarçoveya 100 kursiyan de ji bo pêkhatan hatin terxankirin”.

Ji aliyekî din ve her îro (Sêşem, 21.05.2024) rûniştina yekê ya Dadgeha Federalî ya Îraqê ji bo danûstandinên li ser skalayeke Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derheqa parvekirina kursiyên Perlemana Kurdistanê û nehêlana kursiyên kutayan de tê birêvebirin.

Biryar bû ku ev rûniştin pêr (Yekşem, 19.05.2024) hatiba kirin lê Parêzer Eyad Kakeyî ku wekîlê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye ji K24ê re ragehand, “Du ji dadwerên Dadgeha Federalî di destûriyê de bûn, lewma ew rûniştin ji bo îro (Sêşem, 21.05.2024) hat paşxistin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Yekşemê, 06.05.2024, bi rêya wekîlê xwe Parêzer Eyad Kakeyî skalayek li dijî Serokê Encûmena Komisyarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê li Dadgeha Federalî ya Îraqê tomar kir.

Skalaya Serokwezîr Mesrûr Barzanî peywendî bi du xalan ve heye; rêkarên parvekirina 100 kursiyên Perlemana Kurdistanê li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê û helweşandina 11 kursiyên pêkhatan li Perlemana Kurdistanê. Mesrûr Barzanî daxwaz kiriye ku Dadgeha Federalî wê parvekirinê “nedestûrî” bibîne.

Dadgeha Federalî ya Îraqê li roja 21.02.2024ê 11 kursiyên kutaya pêkhatan li Perlemana Kurdistanê hilweşandin û nedestûrî dan nasandin. Ew 11 kursî bi vî awayî li ser pêkahtan hatibûn parvekirin; pênc kursî ji bo Kiristiyanan, pênc kursî ji bo Tirkmenan û yek kursî jî ji bo Ermenan.