Mesrûr Barzanî: Em li benda serdana serokkomarê Îranê bo Hewlêrê bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê û şanda pê re em xemgîn û nîgeran kirine.” Herwiha got, ew li benda serdana serokkomarê Îranê bo Hewlêrê bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Sêşem, 21.05.2024) li Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê tevlî behiya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulahiyan û hevalên wan bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Em hatine bi rêya Konsulxaneya Îranê sersaxiyên xwe pêşkêşî rêberatî, serokatî, hikûmet û gelê Îranê bikin û em hêvîdar in ku ev êşa dawî ya gelê Îranê be.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Ev bûyer dê bibin sedemek ku gelan zêdetir nêzîkî hev bike û em hemû bikarin pêwendiyên baştir bi hev re ava bikin.”

Diyar kir jî: “Em li bendê bûn di çarçoveya serdana xwe bo Iraqê de, di çend rojên bê de pêşwaziya Serokkomarê Îranê li Hewlêrê bikira, lê mixabin ev bûyera trajîk rû da ku di encamê de Serokkomar, Wezîrê Derve û hemû hevalên wan canê xwe jidest dan. Vê bûyer em xemgîn kirin.”

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û şanda pê re roja 19ê Gulanê danê êvarê li parêzgeha Azerbeycana Rojhilat ji ber rewşa keşûhewayê ket xwarê û her yek ji Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan, Îmamê Îniyê yê Tewrîzê Mihemed Ayetûlla Elî Haşim, Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî û tîma helîkopterê canê xwe jidest dan.