Fermandarê Hêzên Almanyayê li Kurdistanê: Aramiya Herêmê ji bo me girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê dibêje, ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo me girîng e. Herwiha got jî, divê hevahengiya leşkerî di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebe.

Fermandeyê hêzên Almanya li Herêma Kurdistanê Lars Persikowski ligel Fermandarê Mihwerê Du ya Hêzên Pêşmerge serdana navçeyên çiyayî yên di navbera Kifrî û Xurmatû de kirin, ku yek ji metirsîdartirîn navçeyên Iraqê ye ku çend sal in bûye penageheke çekdarên DAIŞê.

Persikowski di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Hêzên Almanyayê ji sala 2015ê ve li Herêma Kurdistanê kar dikin, em li ser du prensîban kar dikin: Em di şerê li dijî DAIŞ’ê de alîkariya hêzên herêmî dikin, herwiha piştevaniya hêzên navxweyî dikin, ji bo ji nû ve birêxistinkirina hêzên ewlehiyê û pêşxistina şiyanên wan, bi taybet ligel hêzên kurdî.”

Herwiha got: “Almanya piştevaniya birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û yekxistina yekîneyên 70 û 80’ê dike, bi awayekî ku di bin kontrola artêşeke yekgirtî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bin.”

Persikowski da zanîn, wan vê dawiyê nexweşxaneyek ji bo Hêzên Pêşmerge li parêzgeha Hewlêrê ava kirine û wiha got: “Ji bo alîkariya Pêşmerge, di warê dermankirina birîndar û nexweşên hêzên Pêşmerge de.”

Fermandarê Hêzên Almanyayê eşkere kir ku wan di warê locistîkî û meydanî de, alîkariya hêzên Pêşmerge kirine û û alavên leşkerî jê re peyda kirine.

Herwiha Persikovsky aramiya Herêma Kurdistanê bi “gelekî girîng” binav kir û pêwîst dît ku hevahengî û peywendiyên leşkerî ya baş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebin, ji bo parastina navçeyên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.