Yêrwan Emîniyan: Serok Barzanî herdem piştevaniya pêkhatan kiriye

Yêrwan Emîniyan
Yêrwan Emîniyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Kesatiyekê Ermen amajeyê dide, “Eger Serokwezîr Mesrûr Barzanî skala li ser Komisyonê tomar nekiriba, ew pênc kursî jî ji bo pêkhatan venedigeriyan”. Herwesa dibêje, “Serok Barzanî herdem piştevaniya pêkhatan kiriye”.

Kesatiyê Ermen Yêrwan Emîniyan şevêdî (Sêşem, 21.05.2024) ji K24ê re got, “Me wekî pêkhata Ermen li Dadgeha Federalî skala li ser Komisyona Hilbijartinan a Îraqê tomar kir. Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî skala li ser Komisyonê tomar kiribû, her ev jî bû sedema vegerandina kursiyê ji bo Ermenan”.

Yêrwan Emîniyan herwesa got, “Ez pêşbîniyê dikim ku li Cotmehê hilbijartin bên kirin, herwesa ez piştrast im ku pêkhat dê daxwaza vegerandina kursiyên xwe bikin lê Dadgeha Federalî ji nû li ser wê pirsê çi biryarên din nade”.

Navbirî di derheqa bizavên Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo vegerandina mafê pêkhatan de got, “Em helwesta Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bîr nakin. Serok Barzanî herdem piştevaniya pêkhatan kiriye. Herwesa Eger Serokwezîr Mesrûr Barzanî skala li ser Komisyonê tomar nekiriba, ew pênc kursî jî ji bo pêkhatan venedigeriyan”.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê duhî (Sêşem, 21.05.2024) biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinên Îraqê pejirand. Li dû tekista wê biryarê ku pêr (Duşem, 20.05.2024) derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:

1.    Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

2.    Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

3.    Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.

Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.