Li navenda bajarkê Soranê parçeyên şûnwarî yên heft hezar salî hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devereke şûnwarî ya navenda bajarkê Soranê bi navê Banehêlkê, ev şeş sal in ku tîmeke hevpar a Zanîngeha Bersîloneyê ya Spanyayî û Zanîngeha Selahedînê û Birêveberiya Şûnwaran a Soranê xebatê ji bo dîtina çend parçeyên şûnwarî yên heft hezar salî dike, ku ji bo çar serdemên cuda yên dîroka mirovahiyê vedigerin.

Pirofesor Ana Gomez ji zanîngeha Bersîloneyê ya Spanyayî di vî warî de ji K24ê re got, “Berî şeş salan me derfeta wê yekê hebû ku li vê derê dest bi karî bikin. Li vê derê xanî bi awayê lakêşeyî û bazineyî ji heriyê hatine çêkirin. Hemî tişt parastî ne, merema min ew amanên wêne li ser hatine kêşan, amûrên lênana xwarinê, kelûpelên xwarinê û hestiyên caneweran, ji ber ku manaya vê ew e ku şiyan hebûne tiştan ji derê bînin û li cihên din parve bikin”.

Tevî texên karbonî yên cuda cuda yên axê, hestiyên caneweran hene û nexşandinên li ser parçeyan jî awa û çîrokên cuda parastine. Ji pênc hezar deverên şûnwarî yên Herêma Kurdistanê, hezar û du sed dever li Îdareya Serbixwe ya Soranê hatine tomarkirin.

Birêveberê Birêveberiya Şûnwaran a Soranê Ebdilwehab Silêman jî ji K24ê re got, “Derkeftina awayê xaniyan li serdema Helefê bazineyî an jî tenê awayê tîpa T bûye, lê li vê derê her xaniyên bazineyî tê de nînin. Hemî xanî goşedar in û lakêşeyî ne an jî çargoşeyî, ev jî nîşana wê yekê ye ku ji aliyê avakirinê ve ew xelkê li vê derê jiyaye ku axa Kurdistanê ye gelek pêşkeftî bûye”.

Şûnwarê Banehêlkê dikeve navenda bajarkê Soranê, li dawiya salên 1940an ji bo cara yekê ji aliyê Şûnwarnasên Zanîngeha Şîgagoyê ya Amerîkayê Bray Dood û Bros Haw ve ji bo dema deh rojan kar tê de hat kirin û tenê qonaxa jiyana Helefê hat dîtin. Niha jî piştî nêzî şeş salên karî, çar serdemên cuda tê de hatine dîtin ku Helef, Kalkolotîk, Bronz û serdema Îslamî ne.

Ev jî di demekê de ye ku li serê vê mehê serê jineke Niyandertal ku li Şkefta Şanederê ya sinorê parêzgeha Hewlêrê ji aliyê tîmeke şûnwarnasên Brîtanyayê ve li Zanîngeha Kambirîcê (Cambridge) hat berçavkirin, ku wekî baştirîn dîtina Niyandertalan di vê sedsalê de tê hesibandin ku dîroka wê ji bo berî 75 hezar salan vedigere.