Elî Xamineyî nivêja mirî li ser termên Reîsî û hevalên wî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê li Zanîngeha Tehranê û Meydana Şoreşê nivêja mirî li ser termên Reîsî û hevalên wî dike.

Sibeha îro (Çarşem, 22.05.2024) merasîmên behiyê dest pê kirin û seet 09:00 ê sibehê Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî nivêja mirî li ser miriyan kir. Piştî wê yekê, termên wan ji Zanîngeha Tehranê bo Meydana Azadiyê hatin veguhastin.

Merasîmên behiyê sibe (Pêncşem, 23.05.2024) li Xorasana başûr tên kirin û êvara Pêncşemê Termê Ayetulah Îbrahîm Reîsî li goristana Îmam Rezayî tê veşartin.

Mimkin e zêdetirî 40 şandên bilind tevlî behiya Reîsî bibin, ku îro li Tehranê tê kirin. Serokê Îranê bi wekalet Mihemed Moxbir û Wezîrê Derve yê Îranê bi wekalet Elî Baqirî Kenî di nav behiyê de amade dibin.

Di nav pişkdaran de, nêzî 10 şandên biyanî li ser astê serkirdeyan û 20 şandên din li ser astê wezîran, herwesa şandeke din a cuda wekî Serokê Perlemanê û şandiyê taybet tevlî behiyê dibin.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî Yekşeme borî, 19.05.2024, ji ber xirabiya keş û hewayê li sinorê parêzgeha Tewrêzê keft. Piştî 18 seetên lêgeriyanê, ew helîkopter hat dîtin ku pûç bûbû.

Medyaya fermî ya Îranê di wî warî de ragehand, “Tevaya swarên wê helîkopterê ku neh kes bûn mirine”.

Swarên wê helîkopterê jî ev bûn; Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî, Nûnerê Ayetûlah Xamineyî Îmam Cume û çend berpirsên din.