Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê li Tehranê tevlî behiya Serokkomarê Îranê û hevalên wî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna di behiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê û hevalên wî de gehişt Tehranê.

Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed pêk tê.

Ji aliyekî din ve şanda bilind a Îraqê jî bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo tevlîbûna di merasîmên xatirxwastinê ji termên Îbrahîm Reîsî û hevalên wî de gehişt Tehranê ku ji Serokê Dadgeha Bilind a Federalî û hejmareke wezîrên hikûmeta Îraqê û hejmareke parêzgeran pêk tê.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî Yekşeme borî, 19.05.2024, ji ber xirabiya keş û hewayê li sinorê parêzgeha Tewrêzê keft. Piştî 18 seetên lêgeriyanê, ew helîkopter hat dîtin ku pûç bûbû.

Medyaya fermî ya Îranê di wî warî de ragehand, “Tevaya swarên wê helîkopterê ku neh kes bûn mirine”.

Swarên wê helîkopterê jî ev bûn; Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî, Nûnerê Ayetûlah Xamineyî Îmam Cume û çend berpirsên din.