Desthilata biryara şer ji hikûmetê hat girtin û bo Erdogan hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya fermî ya Tirkiyeyê ragihand, desthilat û biryara ragihandina şer û amadekariyên Tirkiyeyê ji bo rûbirûbûna her gefe û şerekî derve ya navxweyî ji bo serokomar hatiye vegerandin.

Rojnameyê diyar kir, desthilata biryara şer û ragihandina rewşa şer ji Encûmena Wezîran hatiye wergirtin û hemû desthilat û biryarên derbarê alozî û rewşên şerê navxweyî yan jî destpêkirina şerê derve ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatine vegerandin.

Pêştir her biryarek li ser vê pirsê vedigeriya civîna Encûmena Wezîran a Tirkiyeyê û diviyabû bi yekdengî biryar li ser bihata dayîn, lê piştî guhertina madeya girêdayî rewşa şer a li Tirkiyeyê, her biryareke navendî, divê rasterast ji aliyê serokomarê Tirkiyê ve bê dayîn.

Vegerandina vê desthilatê bo serokkomar, bi sîstema rêvebirina welat ve girêdayî ye, ku piştî rapirsîna sala 2017an sîstema rêvebirina Tirkiyeyê ji parlemanî bo serokatiyê hat guhertin û serokkomar bû serperiştê desthilta cibicîkirinê.