Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî sempozyûma hevbeş a çar zanîngehên Kurdistanê lidar ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Di sempozyûma hevbeş a zanîngehên Selahedîn, Dihok, Soran û Zaxoyê de, behsa federalîzmê hate kirin, ku şêweyeke dewleta têkel e û tê de desthilat di navbera hikûmeta federal û hikûmetên herêmê de tên dabeşkirin.

Bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Gulanê sempozyûma hevbeş a zanîngehên Selahedîn, Dihok, Soran û Zaxoyê li Hewlêrê birêve çû.

Li gorî daxuyaniya Zanîngeha Selahedînê, di sempozyûmê de behsa federalîzmê hate kirin ku dewleteke têkel e û tê de desthilat di navbera hikûmeta federal û hikûmetên herêmê de tên dabeşkirin, bi taybetî li dewletên pir pêkhate, ji ber ku mafên pêkhateyan zêdetir tê de tên parastin.

Di beşeke sempozyûmê de, biryarên Dadgeha Federalî hatin gotûbêjkirin û bal hat kişandin ser wê yekê ku dadgehê bi tevahî prensîbên destûrî yên destûra Iraqa Federal, sîstema federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê neparêze û di metirsiyê de ne.