Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brukselê beşdarî merasîma şûnwarnasiyê dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bruksel beşdarî merasîmeke şûnwariyê dibe. Serperiştyarê Komisyona Bilind a Nûjenkirina Kela Hewlêrê jî dibêje, ew bi hevkariya UNESCOyê geştiyaran dikşînin navçeyên şûnwarî yên Kurdistanê.
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 22ê Gulanê bi mebesta beşdariya di merasimeke taybet bi şûnwarnasiyê de ku ji aliyê Yekîtiya Ewropa û UNESCO ve tê organîzekirin, gihîşt Brukselê.
Di merasîmê de ji bilî şanda Herêma Kurdistanê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgayî û Balyozê Iraqê li Belçîkayê jî Ehmed Berwarî amade bûn.
Serperiştyarê Komisyona Bilind a Nûjenkirina Kela Hewlêrê Nîhad Qoja ku endamekî wê şandeyê ye ji K24 re ragihand, ew li ser daxwaza UNESCO di merasîmê de beşdar bûne, ji ber ku ew bi hev re û bi piştevaniya Yekîtiya Ewropayê, kar li ser nûjenkirina Kela Hewlêrê dikin.
Nîhad Qoja herwiha got: “UNESCO wek hevkarê me dimîne û em ê bi hev re şûnwarên xwe nûjen bikin.”
Diyar kir jî: “Em bi alîkariya UNESCO’yê hatin Belçîkayê. Em dixwazin geştyaran ber bi şûnwarên Herêma Kurdistanêve bikşînin, wek Kela Hewlêrê, Şaneder û Çarstûnên Dihokê.”