Termê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro bi xakê tê spartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Termê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro li cihê jidayikbûna wî, li bajarê Meşhedê bi xakê tê spartin.

Termê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî piştî ku du roj berê hemû amadekarî ji bo veşartina wî hatibûn kirin, dê îro li cihê jidayikbûna wî li Meşhedê were veşartin.

Herwiha biryar e îro termê Wezîrê Derve Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan li mezargeha Şah Ebdulezim Helhesanî li başûrê Tehranê were veşartin.

Nûnerên nêzî 60 welatan beşdarî merasîma bixakspartina termê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bibin.

Helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şanda pê re roja 19ê Gulanê, danê êvarî li parêzgeha Tewrîzê ketibû xwarê. Piştî 18 demjimêran ji lêgerînê, helîkopter şikyayî hat dîtin û medyaya fermî ya Îranê jî ragihand, her 9 kesên di helîkopterê de bûn, canê xwe jidest dane, ku di nava wan de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan hene.

Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê 5 roj wek şîna fermî ragihandibû û û Cigirê Serokomar Mihemed Moxbir jî bi wekalet destnîşan kir heya hilbijartina serokekî nû di 28ê Hezîrana bê de.