Kurdistan û Libnan di warê perwerdeyê de hevahengiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Perwerdeyê yê Lubnanê li ser hevahengiya di warê perwerdeyê de li hev kirin û di vî warî de yadaşteke hevtêgihiştinê amade bikin.

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê belav kir, Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd li Londonê di çarçoveya Korbenda Perwerdeya Cîhanî de bi Wezîrê Perwerde û Xwendina Bilind a Libnanê Ebas Helebî û şandeke pê re civiya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê, di civîna Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Perwerde û Xwendina Bilind a Libnanê de, tekez li ser pevguhertina ezmûnên xwendinê di navbera Kurdistan û Libnanê de hat kirin û tîmên her du wezaretan jî bo amadekirina reşnivîsa hevtêgihîştina di warê perwerdeyê de hatin erkdarkirin.