Brîtanya jinekê û 3 zarokan ji kampeke Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jinek û 3 zarokên çekdarên DAIŞê radestî şandeke Brîtanyayî kirin.

Ajansa “AFP” li ser zarê jêderekî ji Rêveberiya Xweser belav kir, wan kes ji malbatên DAIŞê li kampa Roj radestî şandeke Brîtanyayî kirin.

Rêveberiya Xweser jî li ser malpera xwe ragihand, wan 4 welatiyên Brîtanyayî radestî şandeke fermî ya Brîtanyayê bi serokatiya Nûnera Taybet a Brîtanyayê bo Sûriyê Anne Snow kirine.

Li gorî Wezareta Derve ya Brîtanyayê, ji bo vegerandina welatiyên xwe yên li kampên Rojavayê Kurdistanê, wan gelek hêsankarî kirine.

Di dawiya sala borî de jî, Rêveberiya Xweser jinek û pênc zarokên din ên Brîtanyayî radestî hikûmeta Brîtanyayê kiribûn.

Kampên Hol û Roj li Rojavayê Kurdistanê di bin kontrola HSDê de ne. Rêveberiya Xweser bi berdewamî dibêje ku rewşa kampan pêwîstiya wan bi destêwerdaneke navdewletî heye û divê welatên cihanê welatiyên xwe ji kampê werbigirin.

Li gorî amaran, dora 50 jin û zarokên çekdarên biyanî yên DAIŞê ji 60 welatên cîhanê li kampên Hol û Roj ên Rojavayê Kurdistanê hene, lê heta niha tenê 24 welatan hin welatiyên xwe vegerandine.