Li Şamê teqînek cêbû.. Kesek hate kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihand, teqînek li devera Mezzê ya Şamê teqînek rû da û di encamê de, kesek hat kuştin.

Jêderekî ji polîsa Şamê ji ajansa “SANA” re got, bombeyeke vedayî bi otomobîlekê de teqiya û di encamê de kesek hat kuştin û ziyan gihîşt çend otomobîlên din ên sivîlan.

Taxa Mezzê Vêlat wek taxeke ewlekarî tê naskirin û serkirdeyên milîsên ser bi Îranê Îranê û serkirdeyên filistînî yên nêzîkî Îranê, lê bicih dibin.

Roja 20-01-2024an jî, artêşa Îsraîlê civîneke serkirdeyên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li avahiyeke taxa Mezzê kire armanc û tê de 5 kes hatin kuştin ku 4 ji wan berpirsên payebilind ên Pasdarên Îranê bûn.