Li parêzgeha Humsê 2 çekdarên Hizbullaha Libnanî di êrîşeke Îsraîlê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke Îsraîlê barhilgireke Hizbullaha Libnanî li gundewarê Humsê bombebaran kir û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir, droneke Îsraîlê barhilgireke Hizbullaha Libnanî li nêzîkî bajarê Qusêr li parêzgeha Humsê kire armanc.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de 2 çekdar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî SOHRê, Ji destpêka sala 2024an ve 41 caran Israîlî xaka Sûriyê kiriye armanc û 83 armanc, xal û baregehan dane, herwiha 141 leşker û çekdar hatin kuşin û 57 jî birîdar bûne. Herwiha 12 kesên sivîl hatine kuştin.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.