Bakirhan: Ne kesên komkujî kirine, yên li dijî wê derketine hatin darizandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê de axivî û got, ne DAIŞ’iyên ku komkujî kirin, lê siyasetmedarên li dijî wê derketine hatin darizandin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatine birîn, li navendên DAIŞ’ê ku komkujî lê kiribûn, şermezar kir.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got: Kesên di komkujiyê de canê xwe ji dest dane ji bo li dijî hovîtiya DAIŞ'ê bibin yek, li Gara Trenê ya Enqereyê bûn û got: “Îro jî dema ku em daxuyaniya çapemeniyê ya demokratîk didin, ji me zêdetir hêzên ewlekariyê hene, kamera hene, kuçe û kolan hatine girtin.”

Bakirhan got ku kesên di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çûn bi destê DAIŞ’ê hewl dan siyasetê dîzayn bikin û wiha axivî: “Piştî van komkujiyan, yek ji rayedarên herî payebilind ê hikûmetê got; ‘dengên me zêde bûn.’ Bêyî ku şerm û fêdî bikin gotin; ‘dengên me zêde bûn.’ 

Herwiha Got: “Yên komkujî kirin nehatin darizandin, hewl dan wan pak derxînin. Yên li dijî barbariya DAIŞ’ê tev li piştevaniyê bûn hatin darizandin. Em van darizandinan nas nakin. Heke sûcek hebe, ew sûc DAIŞ’ê û yên çavên xwe li wan girtin kiriye.”