Bi 15 moşekan êrîşî Televîvê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Lîwayên Qesamê, balê serbazî yê Bizava Hemasê radigehîne, “Me patyexta Israîlê moşekbaran kir”.

Lîwayên Qesamê di beyannameyekê de ragehand, “Di bersiva êrîşên Israîlê yên li ser welatiyên sivîl de, me Televîv moşekbaran kir”.

Medyayên Israîlê jî ragehand, “Ji ber avêtina moşekên Qesamê ji kertê Xezzeyê, dengê 15 teqînan li Televîvê hat bihîstin”.

Rojnameya Israel Hayomê amaje da, “Ew moşek li çend cihan keftine xwarê, ji ber wan kesek bi sivikî birîndar bûye”. Herwesa dezgeha Israîlê ya pexşê got, “12 moşek ji Refehê ber bi Televîvê hatine avêtin”.

Ji aliyekî din ve Kanal 14 ê Israîlî selimand ku ji ber wan moşekan kesek li Hêrtzilyayê birîndar bûye”. Rojnameya Yedioth Ahronothê jî ragehand, “Ji ber wan moşekan, zirar gehiştiye erebeyekê”.

Ev zêdetirî şeş mehan e ku şerê çekdarên Hemasê û artêşa Israîlê li kertê Xezzeyê berdewam e. Li dû amara dawiyê ya Wezareta Tendirustiyê ya girêdayî Hemasê, hejmara kuştiyên kertê Xezzeyê gehiştiye 35 hezar û 800 kesan û hejmara birîndaran jî gehiştiye 80 hezar û 11 kesan.