PDK: Em piştevaniya pêngavên Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicihanîna madeyên destûrî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Navendî ya PDKyê bi serokatiya Serok Barzanî civiya û danûstandin li ser şeş xalan kirin û çend biryar li ser wan dan.
Komîteya Navendî ya PDKyê bi serokatiya Serok Barzanî îro (Yekşem, 26.05.2024) li Pîrmamê bi berhevbûna cîgirên serokî û endamên Komîteya Navendî û yedekan û berpirsên liqan civîna xwe ya berfireh kir.
Piştî ku demekê wekî rêzgirtin ji bo canê şehîdan û serwerê wan Barzaniyê Nemir û Kek Idrîsê canemerg rawestiyan, ev civîn di rojeka pîroz û dîrokî de hat kirin ku roja salvegera Şoreşa Gulanê ye.
Paşî danûstandin li ser çend pirsên niha û giring û pêdivî hatin kirin û biryarên pêdivî li ser çend mijar û teweran hatin dan.
Tewerê yekê girêdayî peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên dewr û ber re bû, wekî Îran û Tirkiyeyê û herwesa welatên din ên Erebî. Herwesa peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên din ên cîhanê re, xasma Amerîka û welatên Ewropayê.
Wê civînê bizav û tekoşîna Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi merema çarekirina arêşeyan û bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê li navxweya Îraqê û welatên cîran û yên cîhanê bilind nirxandin û piştevaniya pêngavên wê kir, herwesa tekez li ser wê yekê kir ku rê neyê dan çi gef ji Herêma Kurdistanê bo ser berjewendî û ewlehiya welatên cîran hebe.
Tewerê duyê girêdayî peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bû. Di wê civînê de amaje bi destûrê herdemî yê Îraqê hat dan û tekez hat kirin, “Me wekî PDK dixwast û em niha jî dixwazin ji bo çarekirina arêşeyan penayê bibin ber destûr û lihevkirinan û bizav bi niyeta çarekirina arêşe û aloziyan berdewam bin”.
Tewerê sêyê girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bû û hat ragehand, “Me pêştir jî ragehandiye ku berî bidawîhatina dema gera pêncê ya Perlemana Kurdistanê, em bi destpêkirina piroseya hilbijartinan re bûn”. Herwesa got, “Piştî rûdanan û biryarên cuda cuda li ser hejmareke mijarên siyasî û îdarî û darayî û bicihneanîna destûrî û liberçavwernegirtina mafên pêkhatan û hind rêkarên nedurist di derheqa hilbijartinan de, me helwesta xwe rageghand”. Amaje jî da ku niha jî bizavên wan bi aliyan bi giştî re ji bo çarekirina tevaya arêşeyan berdewam in.
Tewerê çarê girêdayî navxweya Kurdistanê bû, amaje bi wê yekê hat dan ku PDKyê li dû biryara kongireyê û rênimayên Serok Barzanî deriyê danûstandinan û zêdetir derfetan û bi hemî aliyan re vekiriye û niha û li paşerojê jî siyaset û bernameya PDKyê dê her ew be.
Tewerê pêncê girêdayî ragehandinê bû ku tekez hat kirin, “Divê ragehandin rolê neteweyî û niştîmanî di çêkirina arasteya hevpejirandinê û mirovdostiyê û pabendbûna li ser bihayên pêkvejiyana neteweyî û olî û siyasî vebigire”.
Tewerê şeşê girêdayî navxweya PDKyê bû, ku danûstandin li ser hejmareke mijarên rêkxistin û peykerê rêkxistinê û organên PDKyê hatin kirin û di vê çarçoveyê de pêşniyar û nerînên pişka rêkxistinê ya Mekteba Siyasî û mektebên rêkxistinê yên parêzgehan û liqan xistin ber behs û xeberan gengeşe li ser kirin.
Herwesa biryar hat dan ku ji bo bicihanîna madeyên peyrewê navxwe yê pejirandî yê kongireya 14ê, konfiransa navxwe li ser astê tevaya organên PDKyê bê kirin.