Mesrûr Barzanî: Kela Hewlêrê pareke giring a nasnameya me ya niştîmanî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Kela Hewlêrê dike û ji nêz ve haydarî karên pişkinîn û hilkolan û nûjenkirina wê dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 26.05.2024) serdana Kela Hewlêrê kir û ji nêz ve haydarî karên pişkinîn û hilkolan û nûjenkirina wê bû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku kela Hewlêrê yek ji şûnwarên me yên dîrokî ye ku bi hezaran sal e jiyan lê berdewam e û pareke giring a nasnameya me ya niştîmanî ye û şûnwar û kelepûrekî cîhanî ye jî.

Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Lewma Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya Rêkxistina UNESCOyê û tîmên navdewletî dê li ser giringîpêdan û nûjenkirin û parastina Kela Hewlêrê berdewam be”.

Navbirî eşkere jî kir, “Heta niha bermayîkên gelek kevin û dîrokî lê hatine dîtin ku yên serdem û şaristaniyên kevin û cuda ne”.