Sûdanî û Guterres li ser bidawîanîna dema karên Neteweyên Yekgirtî danûstandinan dikin

Nûnerîtiya Neteweyên Yekgirtî li Îraqê
Nûnerîtiya Neteweyên Yekgirtî li Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê eşkere kir ku Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li ser dema bidawîanîna karên Neteweyên Yekgirtî peywendiyeke tilefonî bi wî kiriye.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Yekşem, 26.05.2024) belav kiriye ku Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî peywendiyeke tilefonî bi wî kiriye û danûstandin li ser peywendiyên navbera Îraq û rêkxistina navdewletî û aliyên alîkariyê di warên cuda cuda û bernameyan de kirine, xasma yên ku peywendî bi rûbirûbûna hevrikiyên keş û hewayê û kêmkirina bandoran ve heye.

Herwesa got, “Me peyama Îraqê li ser dema bidawîanîna karên Şandiya Neteweyên Yekgirtî ji bo alîkariyê gehand Guterres”.

Sûdanî amaje jî da ku, di wê peywendiya tilefonî de spasiya bizavên Neteweyên Yekgirtî û şandiya wê li Îraqê û bername û tevlîbûnên rêkxistinên navdewletî di qonaxên cuda cuda de kir, herwesa berdewambûna bi wan hevrikiyan re yên ku li ser astên cuda cuda rûbirûyîî gelê Îraqê bûne.