Lehî û zîpikan zêdetirî 3 milyar dolar ziyan gihandiye çandiniya Sineyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, lehî û zîpikan ziyanên mezin gihandiye berhemên cotkaran û hejmarek ji ajelan jî kuştine.

Rêveberê Qeyaran li Rêxistina Çandiniyê ya Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê Ebdulla Ebdulmelekî ragihand, di buhara îsal de barîna baran û zîpikan zêde bûye û lehî rabûne ku ziyaneke mezin gihandiye sektora çandiniyê û berhemên cotkaran.

Ebdulmelekî got jî: “Ji ber rabûna lehiyê li çend deverên parêzgeha Sineyê, zeviyan gihîştiye sektora ajelkariyê û hejmarek çêl, ga, mî û bizin mirine.”

Bi gotina Ebdulmelekî, ziyana herî mezin a sektora çandinê, li berhemanîna çîlek (tûerd) bûye, ku sala borî de parêzgeha Sine di berhemanîna şilêk de, yekema Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû.

Herwiha got, Tevahiya zirara ku li Sineyê gihîştiye sektora çandinî û ajelkariyê, bi 3,5 milyon dolar tê texmînkirin.