Wezîrê Tendirustiyê tevlî gera 77ê ya Civîna Tendirustiyê ya Cîhanî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinek li ser tevlîbûna Şanda Wezareta Tendirustiyê di civîna asayî ya Tendirustiya Cîhanî li Cinêvê de belav kir.

Di wê ragehandinê de hatiye, biryar e îro (Duşem, 27.05.2024) Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî tevî şanda pê re li bingeha serekî ya rêkxistina tendirustiyê ya cîhanî WHO li bajarê Cinêvê berhev bibe.

Amaje jî da, şanda Wezareta Tendirustiyê tevlî gera 77ê ya Civîna Asayî ya Tendirustiyê ya Cîhanî ji bo wezîrên tendirustiyê yên welatan û balyoz û nûnerên herdemî yên welatan li Neteweyên Yekgirtî û berpirsên bilind ên WHOyê dibe.

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî li 21.05.2023ê jî tevlî civîna tendirustiyê ya Rojhilata Navîn ji bo wezîrên tendirustiyê yên welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bû, ku li bajarê Cinêvê li welatê Swîsrayê hat kirin.