Apikur daxwaza danûstandinên sêalî ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê dike

Apikur
Apikur

Navenda Nûçeyan (K24) - Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) di ragehandinekê de rexne li çend raportên medyayî li ser pirsa hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê kiriye û amaje daye ku raportan bi awayekî şaş lomeyî kompaniyên navdewletî yên warê petrolê kiriye.

Apikurê di ragehandina xwe de amaje daye, “Baweriya kompaniyên endamên Apikurê wesa ye ku danûstandinên sêalî yên Hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên navdewletî yên weberhênana petrolê pêdivî dîtina çareyekê ne ku feydeyê wê di berjewendiya tevan de be”.

Apikur tevaya wan zanyar û raportan red dike ku qaşo kompaniyên navdewletî yên weberhênana petrolê nermiyê nîşan nadin û bûne sedemek ji bo berdewambûna rewşa rawestandina hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê. Amaje jî daye ku ji 7 heta 9ê Çileya îsal heta niha çi danûstandineke hevpar di navbera kompaniyên navdewletî û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê nehatine kirin.

Apikurê herwesa berheviya xwe ji bo lihevkirina li ser destpêkirina hinardekirina petrolê ragehandiye lê bi şertekî ku piştrastî pê bê dan ku mafên hinardekirinê yên dema borî û paşerojê pê bên dan û ew maf jî rasterast bên xerckirin.

Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) Myles B. Caggins amaje da, “Baweriya kompaniyên endamên Apikurê wesa ye ku destpêkirina danûstandinên sêalî baştirîn rê ye ji bo dîtina çareseriyê ku bibe rêxweşkera destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê.

Myles B. Caggins herwesa berheviya komapniyên endamên Apikurê ji bo tevlîbûna di her danûstandinekê de ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ragehandiye.