Mesrûr Barzanî berê binyatî ji bo çend pirojeyan li Soranê dadine

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berê binyatî ji bo çend pirojeyan li Îdareya Serbixwe ya Soranê dadine.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li destpêkê berê binyatî ji bo sê pirojeyan dadine ku ji parka nav bajarî, Parka Niştîmanî û Over Pasa Deriyê Soranê li navenda bajarî pêk tê û paştir diçe Rewandizê û pirojeyeke kertê taybet vedike ku Akwaparka Şingil Banê ye û pirojeyeke mezin a warê geştyariyê ye.

Bi destpêkirina Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, karwanê avedaniyê gehiştiye Îdareya Serbixwe ya Soranê. Ji destpêka îsal ve 33 piroje bi gojimê 21 milyar û 500 milyon dînaran çûne di warê bicihanînê de û li paşerojeke nêzîk razîbûn dê li ser hejmareke din jî ya pirojeyan bê diyarkirin.

Rêya Navdewletî ya Hamiltonê Deriyê Hacî Omeranê û Îdareya Serbixwe ya Soranê bi parêzgehên Hewlêr û Dihokê ve girê dide, ku 80 milyar dînar jê re hatine terxankirin. Pêştir pirojeyên stratejîk ên wesa li wê deverê nehatine bicihanîn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Duşem, 27.05.2024) jî di merasîmekê de bi berhevbûna Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pira Ranyayê vekir.