Berzincî berpirseke Tendirustiya Cîhanê vedixwîne Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî Serokê Ofîsa Rêxistina Herêma Rojhilata Navîn ya Tenduristiya Cîhanê (WHO) vexwend Herêma Kurdistanê, da ku ji rewşa tendirustiya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve bibîne.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Tendirustiyê, Berzincî li Cenevê bi Seroka Ofîsa Herêma Rojhilata Navîn a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Dr. Henan El-Belxî re civiya.

Di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê, aliyên mirovî yên welatiyan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di xizmetkirina koçberan û kirîz û karesatên curbicur de hate gotûbêjkirin.

Herwiha peywendiyên di navbera Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Tendirustiya Cîhanî de, bi berçavgirtina rewşa Herêmê di civaka navdewletî de û encamên tendirustî yên guhertinên niha yên keşûhewayê û jîngehê hatin gotibêjkirin. Hevdem jî, bernameyên xizmetên tenduristiyê û xweparastinê û projeyên stratejîk û pirsgirêkan hatin pêşkêşkirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî vexwandnameyeke fermî pêşkêşî Serokê Ofîsa Rêxistina Herêma Rojhilata Navîn ya Tenduristiya Cîhanê (WHO) kir ku serdana Herêma Kurdistanê, da ku ji rewşa tendirustiya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve bibîne.