Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser çar xalan dike

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive û danûstandinan li ser çar xalan dike.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinek parve kiriye ku tê de hatiye, “Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 29.05.2024) bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî dicive û danûstandinan li ser çar xalan dike.

Li dû wê ragehandinê, di para yekê ya wê civînê de, raporta Serokê Desteya Deverên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê li ser rewşa niha ya deverên Kurdistanî tê berçavkirin”.

Di para duyê de, raportek li ser xişteyên hevpêç ên qanûna budceya giştî ya federalî ji bo salên 2024 û 2025an tê berçavkirin ku di civîna neasayî ya Encûmena Wezîrên Federalî de hatibû pejirandin.

Di para sêyê de, danûstandin li ser raporta Wezareta Kar û Karûbarên Civakî a girêdayî berdewamkirina piştevaniya pirojeyên biçûk û navincî yên ciwanan tên kirin.

Di para çarê de, danûstnadin li ser raportekê ku rêyên serekî yên navbera bajarên Herêma Kurdistanê û hatinçûna barhilgir û tankeran e, xasma di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de, tên kirin.