Alîkariyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser dikandarên Sûka Çelê ya Dihokê tên parvekirin

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Ew alîkariyên madî yên ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve ji dikandarên Sûka Çelê hatine birêkirin îro li ser wan tên parvekirin”.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Çarşem, 29.05.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Îro alîkariyên madî yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşkêşî wan dikandaran tên kirin ên ku ji ber şewata Sûka Çelê zirar dîtibûn”.

Parêzgerê Dihokê ji dikandarên zirardîtî re got, “Me çi tiştek ji we nevêt, tenê me silametiya we divêt. Çi berjewendiya bajarvaniyê di bicihanîna rênimayan de nîne, berjewendiya we tê de ye. Me tenê berjewendiya bazarî û kedkarên xwe divêt. Me nevêt hûn careke din tûşî arêşeyeke wesa bibin”.

Elî Teter ji wan dikandaran re tekez jî kir, “Berî cejna Remezanê ya borî, alîkariyeke din jî pêşkêşî we hatibû kirin. Alîkariya vê carê cuda ye û qerebûkirina pareke wan ziraran e yên ku gehiştine we”.

Nêzî seet 03:15 ê serê sibeha roja Duşemê, 01.04.2024, agirekî mezin berbû Sûka Çelê ya navenda bajarê Dihokê. Piştî çar seetan û bi bizavên zêdetirî 30 Tîmên Bergiriya Şaristanî ya Dihokê, ew agir bi temamî hat kontirolkirin. Ji ber wê şewatê, bi dehan dikan û embar şewitîn.