Komisyon jivaneke nû ji bo hilbijatinên Perlemana Kurdistanê pêşniyar dike

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê pêşniyar dike ku hilbijatinên Perlemana Kurdistanê li roja 05.09.2024ê bên kirin.

Li dû nivîsareke Serokê Komisyarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Omer Ehmed ku pêşkêşî Nivîsîngeha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî kiriye û kopiyeka wê bi dest K24ê keftiye, Komisyonê pêşniyar kiriye ku hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 05.09.2024ê bên kirin.

Tevî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kiribû, lê ji ber tevlînebûna PDKyê û pêkhatan ji ber biryara Dadgeha Federalî ji bo hilweşandina 11 kursiyên kutayê yên Perlemana Kurdistanê û “desttêwerdanên derve û berhevkirina dîzayna pêşwext ji bo hilbijartinan”, hemî alî yek in ku ew hilbijartin li meha Hezîranê nayên kirin.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê li roja Sêşemê, 21.05.2024, biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Îraqê pejirand. Li dû tekista wê biryarê ku li roja Duşemê, 20.05.2024, derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:

1.    Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

2.    Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

3.    Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.

Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.