Diyarbekir.. Ciwanekî Kurd ji ber pêşkêşkirina xizmetkariyan bi zimanê Kurdî hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Polîsên Tirkiyeyê serê sibeha îro (Çarşem, 29.05.2024) li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê bi ser kafteryayekê de girt û xwediyê wê desteser kir, tenê ji ber ku navê kafteryaya wî Kurdî bû û xizmetkarî jî bi Kurmancî û Zazakî pêkêşî mêvanên xwe dikirin.

Ew dikan dikeve kolana Hunerê ya Diyarbekirê û ev salek û şeş meh in ku hatiye vekirin, cudahiya wê ji kafteryayên din ên wî bajarî giringîdana wê ya bi zimanê dayikê ye. Navê xwediyê wê kafteryayê Remezan Şîşmek e. Piştî çend mehekan ji destpêkirina karî, wî biryar da ku divê hemî mêvanên kafteryaya wî bi Kurmancî an jî Zazakî daxwaza xizmetkariyan bikin, biryara wî jî li ser bingeha parastina zimanê Kurdî bû.

Wîdad Şîmşek ku birayê xwediyê wê kafteryayê ye li ser wê rûdanê ji K24ê re got, “Birayê min serê sibehê zû tilefona min kir û got ku polîsan ew girtiye”.

Navbirî herwesa got, “Piştî ku em hatin wê derê, me dît ku deriyê kafteryayê hatiye şkandin û pareke zêde ya nav wê kafteryayê jî hatiye şêwandin, em ecêbgirtî bûn ji ber ku birayê min çi arêşeyeke siyasî û çi arêşeyên din jî nîne, sedema yekane xebata wî ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ye”.

Birayê xwediyê wê kafteryayê herwesa got, “Eger birayê min azad bikin an na, em destan ji xizmetkirina zimanê Kurdî bernadin û em dê her berdewam bin ji ber ku me soz daye”.

Wîdad Şîmşek amaje jî da, “Parêzerê birayê min ji me re gotiye, eger piştî vekolanan çi tometên siyasî ji bo Remezan Şîmşek neyên çêkirin, bê goman ew dê di çend rojên bê de bê azadkirin”.