Diyarbekir.. Nexweşên penceşêrê ji ber nebûna amûra Radyoterapî nayên dermankirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji ber ku amûrên radyoterapîyê yên di dermankirina nexweşiyên penceşêrê de tên bikaranîn kêm in, jiyana gelek nexweşên penceşêrê di bin xetereyê de ye. Rayedarên Nexweşxaneya Onkolojiyê dibêjin divê amûr werin nûjenkirin, nexweş jî dibêjin bo Nexxweşxaneyê ne zehmet e ku amûrên wisa peyda bike.

Di dermankirina nexweşiyên penceşêrê de yek ji rêbazên girîng bikaranîna rêbaza radyoterapiyê ye ku li Diyarbekirê ji ber ku amûrên radypterapiyê peyda nabin jiyana nexweşên penceşêrê jî di bin xetereyê de ye. Li Diyarbekirê 3 amurên radyoterapiye hene, 2 jê kevnin û 1 jî nujen e lê di nexweşxaneyek teybat de ye û têra nexweşan jî nake. Bijişkên Penceşêrê ango yên onkolojiye jî balê dikêşin ku divê nexweşên penceşêrê dermankirina xwe bênavber bikin û dema amûrên dermankirinê nebin û navber bikeve dermankirinê ev yek çareseriyê bo nexweş gelek zehmet dike.

Pisporê onkolojiyê bijişk Halîs Yerlîkaya ji K24ê re got: “Nexweşên penceşêrê nexweşên lezgîn in, ango divê dermankirina wan demildest were kirin û navber newe dayîn. Barê ve herêmê yên bajarên wek Bedlîs, Sêrt, Çewligê û çend bajarên din li ser pişta Diyarbekir e û li Diyarbekir jî tenê 3 hene.”

Nexweşên penceşêrê yên ku li benda çareseriyê ne dibêjin Amûra Radyoterapiyê ya Nexweşxaneya Onkolojiya zankoya Dîcleyê kevin e, 1 tenê ye û bênavber şev û roj dişixulê û ji ber wê têk diçe û venêrîna wê jî nayê kirin, ew jî ji neçarî berê xwe didin nexweşxaneya teybet. Nexweş didin zanîn ku bo zankoyê sitandina amûrek nû ya radyoterapiye ne zehmet e lê xemsarî tê kirin.

Nexweşa Penceşêrê Esen Akçay dibêje: “Ji cotmehê ve ez dermankirina penceşêrê dibinim. Ev 3 hefte ne dermankirina min nîvco maye, dibêjin amura radyoterapiyê kar nake, rayedar agahiyek teqez nadin me, tenê dibêjin amûr kar nake, dibêjin eger amur were nujenkirin û kar bike jî ji ber ku nexweş zêde ne heta dawiya meha hezîranê dor naye me. Ez mexdur im, divê çareseriyek bo min were dîtin.”

Serjimêriya Adanayê 1 milyon û 770 hezar û 9 amûr lê hene, serjimêriya Diyarbekir 1 milyon û 780 hezar e lê tenê 3 hene, 2 jê kevin in û yek nûjen e lê bo şixulandina ya nûjen jî divê pispor ji Stenbolê were.