Parêzerê Ramazan Şîmşek: Ji ber giliyên nijadperestî ev binçavkirin çêbûye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, li cafeyeke li Kolana Hunerê ku hem navê wê bi Kurdî ye hem jî nêzîkî salek e xizmeta xwe bi Kurdî dike; ji aliyê polîsan ve rastî lêgerînê hat û xwediyê wê Ramazan Şîmşek jî hat binçavkirin. Li gorî kes û karên xwediyê cafeyê îdia dikin, Ramazan Şîmşek bes ji bo xizmeta bi zimanê Kurdî hatiye binçavkirin.

Li Diyarbekirê gelek kargehên taybet hene ku li kargehên xwe bi zimanê Kurdî diaxivin û xizmeta xwe bi zimanê Kurdî dikin, da ku tevkariyê li parastin û xwedîderketina li zimanê xwe yê dayîkê bikin. Ev cafeya ku navê wê bi Kurdî ye û sal û nîvek e vekirî ye, nêzîkî salek e hemû xizmetên xwe bi zimanê Kurdî dike û bi Kurdî pêşwaziya mêvanên xwe dike. Lê birayê xwediyê cafeyê diyar kir ku ber destê sibehê polîsan bi ser cafeyê ve girtiye û îdia kir ku birayê wî ji ber xizmeta bi zimanê Kurdî hatiye binçavkirin.

Birayê Xwediyê Cafeyê Vedat Şîmşek ji K24ê re got: “Van deran hemû ji hev belav kiribûn û birayê min kiribûn bin çavan. Sedem jî wisa hat nîşandan ku ji ber xizmeta bi zimanê Kurdî kiriye. Wekî din sûcekî wî yan dosyeyekî wî tuneye. Piştî hat binçavkirin, ez bi parêzerê wî re axivîm. Wî jî got ji ber zimanê Kurdî hatiye binçavkirin, heger pirsgirêk tunebe, ew ê îro sibê serbest were berdan.”

Li gorî agahiyên ku parêzerê Ramazan Şîmşek ji bo Kurdistan 24ê dan, Ramazan Şîmşek di 15ê Gulanê Cejina Zimanê Kurdî de daxuyaniyek daye û car din dubare kiriye ku ew xizmeta xwe bi zimanê Kurdî dikin û ev yek bûye sedem ku di ser torên medyaya civakî re bertekên nijadperestî çêbibin û di derbarê wî de gilî hatine kirin, loma ev binçavkirin çêbûye. Hunermendên Kurd ên ku ji bo rûniştinê berê xwe didin vê cafeyê jî dibêjin ku belê xizmet bi zimanê Kurdî ye lê li vê derê dijberiya zimanên din tuneye.

Hunermed Alî Înanir got: “Binçavkirina xwediyê cafeyê bi rastî ne asayî ye. Ji ber ku ev cafe xizmeta zimanê Kurdî dike. Tu bîrdoziyeke siyasî naparêze. Bes xizmeta çand û zimanê Kurdî û Kurdan dike. Ev, tiştekî gelek asayî ye. Ez şaş dimînim.”

Dema nûçeyên vê cafeyê hatin belavkirin, hat gotin ku ev cafe ji xeynî zimanê Kurdî bi tu zimanî xizmet nake. Lê kes û karên xwediyê cafeyê jî dibêjin ku em bi Kurdî xizmetê dikin lê kî bi kîjan zimanî xizmet xwestibe, ew xizmet hatiye cîbicîkirin.