Di êrîşên Îsraîlê li ser Humis û Banyasê de 7 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrişên Îsraîlê li ser parêzgeha Humsê û bajarê Banyasê de, 7 kes hat kuştin û 12 kes birîndar bûn.
Jêderekî leşkerî ji ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê re ragihand, duhî danê êvarê demjimêr 19:30 Îsraîlê ji aliyê Libnanê ve avahiyeke nişticihbûnê li bajarê Banyasê yê li parêzgeha Tertûsê kirin armanc.
Wî jêderî got jî, di encama êrîşê de zarokekê canê xwe jidest da û 10 kesên sivîl birîndar bûn. Herwiha ziyanên madî çêbûn.
Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, Îsraîlê baregehek leşkerî li navçeya Firqilis a li gundewarê Humsê bombebaran kir, di encamê de 6 çekdarên Hizbullaha Libnanî hatin kuştin ku 3 ji wan Sûrî bûn.
Li gorî SOHRê, Ji destpêka sala 2024an ve 43 caran Israîlî xaka Sûriyê kiriye armanc û 91 armanc, xal û baregehan dane, herwiha 148 leşker û çekdar hatin kuşin û 69 jî birîdar bûne. Herwiha 13 kesên sivîl hatine kuştin.
Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.