Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Ji bo dabînkirina mafên gelê Kurdistanê li Bexdayê me

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ji bo dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan ew li Bexdayê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 30î Gulana 2024an li tora civakî “X” ragihand, “Îro li Bexdayê me ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî kir, “Divê aramî û aboriyeke bihêz karê me yê pêşîne be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, rayedarên din ên hikûmeta federal û serkirde û berpirsên partiyên siyasî yên Iraqê re, îro gihîşte Bexdayê.

Di civînan de, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingehê destûrê, bi taybetî dabînkirina mûçe û mafên darayî yên gelê Kurdistanê dê werin gotûbêjkirin.

Herwiha pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de ji bo parastina asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê tên behskirin.