Mesrûr Barzanî û Hadî Amirî tekezî li ser çareserkirina pirsgirêka mûçe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Gulanê li Bexdayê bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir û Serokê Hevpeymaniya (Binyatnan) Hadî Amirî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du alî li ser berdewambûna hevahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, ji bo çareserkirina kêşeyan, bi taybetî dabînkirina mafên darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê û jiyan û guzariya welatiyan hevnêrîn bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, rayedarên din ên hikûmeta federal û serkirde û berpirsên partiyên siyasî yên Iraqê re, îro gihîşte Bexdayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li tora civakî “X” ragihand, “Îro li Bexdayê me ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê.”