BEM-BÎR-SEN: 230 xebatkar ji şaredariyên Diyarbekirê hatine derxistin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Îro (30.05.2024) xebatkarên ku di serdema qeyûman de li şaredariyên Diyarbekirê û navçeyên wê dixebitîn, bi hinceta ku tu sedem nehatiye nîşandan û ji kar hatine derxistin û yên mayî jî rastî pêkutiyê tên; li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê da. Kêliyên piştî daxuyaniyê, ji heman şaredariyê jî daxuyanî hat dayîn û ev îdia hatin redkirin.

Xebatkarên ku di şaredariyên Diyarbekirê û navçeyên wê de dixebitîn, îro bi îdiaya ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê kesên ku di serdema qeyûman de dixebitîn, bêyî ku hincetek bê nîşandan ji kar hatine derxistin; li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê civiyan.

Xebatkarên ku di bin banê Sendîkaya Yekîtiya Xebatkarên Şaredarî û Îdareyên Taybet (BEM- BÎR-SEN) a şaxa Diyarbekirê de civiyan, di daxuyaniyê de diyar kirin ku ji hilbijartinan heta niha ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê 10 xebatkar, ji Şaredariya Rezan 160 xebatkar, ji Şaredariya Kayapinarê 10 xebatkar, ji Şaredariya Sûrê 14 xebatkar, ji Şaredariya Erxenê 24 xebatkar û ji Şaredariya Bajarê Nû 12 xebatkar; bi giştî 230 xebatkar bêyî ku sedemek were nîşandan ji kar hatine derxistin.

Her wiha hat îdiakirin ku xebatkarên mayî jî ji aliyê rêveberiya nû ve rastî pêkutiyan tên û bi guherîna cihên ku ne karê wan e, tê xwestin werin bêzarkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ev îdia red kirin

Di kêliyên piştî daxuyaniya navborî de ji aliyê rêveberên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve jî daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat diyarkirin ku ev nûçe û agahiyên pêkutiyê rastiyê nîşan nadin. Her wiha hat diyarkirin ku her rêveberiya ku nû were ser kar, neçar e ku kadroyên xwe yên xebatê amade bike û ev mafên wan ên herî rewa ne.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku wan jî di vê çarçoveyê de hinek guherîn kirine û xebatkarên xwe diyar kirine û rêveberên berê jî di yekîneyên wan de bi cih kirine.

Di daxuyaniya şaredariyê de îdiayên pêkutiyê bi tundî hatin redkirin û hat gotin ku ew di nav van 2 mehan de li hember hemû xebatkaran bi heqanî û wekhevî tevgeriyane û ew ê di vê rêbaza xwe ya pergalkirî de jî berdewam bin.