Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê civiyan û danûstandinan li ser rewşa giştî ya Îraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer re civiya.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin kirin.
Di eynî demê tekez li ser çarekirina arêşe û duberekiyan û lihevkirinê pêxemetî parastina ewlehî û seqamgiriya Îraqê û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û tevaya pêkhatên cuda cuda û welatiyên Îraê hat kirin.
Peyamnêrê K24ê yê Bexdayê Dîlan Barzan got, “Mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê yek ji mijarên serekî yên civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên bi berpirsên bilind ên Îraqê re ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her îro (Pêncşem, 30.05.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî Xê ragehand, “Ez îro li Bexdayê me, ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina arêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrî.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Divê tenahî û aboriyeke bihêz karê me yê paşiyê be.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir.