Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê civiyan û tekez li ser pêdivîtiya çarekirina arêşeyan bi rêya danûstandinan û rêzgirtina li sîstema federalî ya Îraqê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û parastina mafên xelkê Kurdistanê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî re civiya.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û pêngavên çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatin kirin.
Her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya çarekirina arêşeyan bi rêya danûstandinan û rêzgirtina li sîstema federalî ya Îraqê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û parastina mafên xelkê Kurdistanê kir, xasma pişka budceyê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya budceya giştî de.
Herwesa tekez li ser giringiya berdewambûna hevahengî û alîkariya navbera hêz û aliyên siyasî yên Îraqê pêxemetî nehêlana arêşe û astengan hat kirin, li dû lihevkirina aliyên siyasî yên îdarî yên dewletê û karnameya wezarî ya hikûmeta federalî.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir, yek ji wan jî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî bû.