Mesrûr Barzanî bi Ebdulsade Firêcî re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Îraqî re civiya.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) li Bexdayê bi Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Îraqî Ebdulsade Firêcî re civiya.
Di wê civînê de tekez li ser pêdivîtiya piştgirîkirina bizavên çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û xasma dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her îro (Pêncşem, 30.05.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî Xê ragehand, “Ez îro li Bexdayê me, ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina arêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrî.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Divê tenahî û aboriyeke bihêz karê me yê paşiyê be.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir, yek ji wan civînan jî bi Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Îraqî Ebdulsade Firêcî re bû.