Mesrûr Barzanî bi Emar Hekîm re civiya

Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm
Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm re civiya.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawî westgeha seredana xwe ya ji bo Bexdayê de bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm re civiya û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û giştî ya Îraqê û bizavên çarekirina arêşeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li hev guhertin.”

Her du alî li ser giringiya çarekirina arêşeyan bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrî û parastina mafên xelkê Herêma Kurdistanê û hemî pêkhatên Îraqê hevnerîn bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir, yek ji wan civînan jî bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm re bû.