Wezareta Darayî lîsta sêyê ya fermanberan pêşkêşî Banka TBI dike

Avahiyê Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Avahiyê Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsteke din a fermanberan pêşkêşî Banka TBI dike.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ronkirinekê de ragehand, di çarçoveya piroseya bankkirina mûçeyên fermanberan bi rêya pirojeya Hejmara Min de û li dû lihevkirina navbera Wezareta Darayî û Aborî û Banka Îraqî ya Bazirganiyê TBI ji bo şandina zanyarên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo heftiya sêyê li ser hev Wezareta Darayî û Aborî zanyarên du hezar û 557 fermanberên tevaya wezaretên Herêma Kurdistanê şandin.

Wezareta Darayî herwesa ragehand, di çarçoveya lihevkirina navbera Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Banka Îraqî ya Bazirganiyê TBI, Wezareta Darayî dê li ser berhevkirina lîst û zanyarên mûçexuran berdewam be, ku vê bankê ji nav heft bankên nav pirojeya Hejamra Min hildibêjirin, li dû wê piroseya ku Banka Navendî ya Îraqê pejirandiye û heftiyane lijneyên nû ji bo wê bankê berhev dike.

Di dema sê heftiyên borî de, Wezareta Darayî û Aborî data û zanyar bi sê lîstan ji bo Banka Îraqî ya Bazirganiyê TBI şandine, lîsta yekê 368 fermanber û lîsta duyê 453 fermanber û lîsta sêyê du hezar û 557 fermanber bûn. Heta niha bi hemî ve data û zanyarên sê hezar û 378 fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Banka Îraqî ya Bazirganiyê TBI hatine şandin.

Wezareta Darayî daxwazê ji Banka Îraqî ya Bazirganiyê TBI dike ku bi zûtirîn dem dest bi vekirina hejmarên bankê ji bo fermanberên ku dixwazin bike û qonax bi qonax kartên bankê pêşkêşî fermanberên Herêma Kurdistanê bike.